Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera Koça Dawî ya Hunermenda Dengxweş Ayşe Şan E


Ayşe Şan di sala 1938'an de li Amedê dayik bû û di sala 1996'an de li bajarê Îzmîrê, jiber nexweşîya pênceşerê koça dawî kir.

Ayşe Şan ku bi denge xwe yê zîz û zelal li dilî hemî Kurdan cîhekî zêrîn girtîye, jîyana xwe ya hunerî li Tirkîye, Ewrupa, Îraqê domand.

Di wan salên ku Ayşe Şan xwest stranan bêje, civaka Kurdan nedihişt ku jin, wek zilaman derkevin ser dîkê û stranan bistirin.

Hunermenda dengxweş di 18 salîya xwe de ket pey xewna hunerê û stranbejîyê, tevî ku ew hezkirin, di jîyana wê de bû sedema gelek kul, keder û qedexeyan.

Şan di sala 1978’an de jibo beşdarbûna bernameya Radyo Bexda’yê bibe, çû serdana Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê.

Wê li Bexda, Duhok, Kerkûk û li Hewlêrê bi hunermendên wek M. Arifê Cizirî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tahsîn Teha, Nesrîn Şervan, Tahir Tofîq, Resul Gerdî û Heyder Keçel re konsert dan.

Lêkolîner Zeyneb Yaş dibêje ku Şan jina yekê ye li bakurê Kurdîstanê û li Tirkîyê ku dengê wê bi Kurdî li ser plakan hatiye tomar kirin.

Yaş dide zanîn ku nêzî 70 berhemên Eyşe Şan hene ku wek plak û kaset hatine tomar kirin.

"Ayşe Şan hunermendeke tekane ye ku di dema xwe de tekoşîna çand û hunera bi zimanê Kurdî kiriye. Wê herwiha li hemî beşên Kurdistanê hatiye naskirin û hunera wê ji hela gel ve hatiye ecibandin."

KHF_12_18_2018_Ayşe_Şan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:51 0:00

XS
SM
MD
LG