Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azerbaycan û Ermenistan Hevdu bi Êrîşên Ser Sîvîlan Tawanbar Dikin


Ermenistan û Azerbaycan îro Duşemê di roja neha ya şer de hevdu bo êrîşên ser heremên sivîl tawanbar kirin, ku ev li herêma Qafkasya Başûr ji zêdetirî 25 salan ve şerê herî kujer e.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di axaftineke televîzyonî de ragihand ku hêzên Azerî pêş ve diçin û ew heremên ku di salên 1990'an de hemberî Ermenîyan hinda kirine jinûve digirin, lê Ermenistan van destketinan qebûl nake.

Alîyev ji Ermenistanê xwest ku jibo paşvekişîna ji Qarabaxê û heremên dagirkirî yên Azerbaycanê demêke destnîşan bike. Wî got ku heya ev pêk neyê Azerbaycan dê çalakîya leşkerî nede sekinandin.

Karbidestê Wezareta Berevanî ya Ermenistanê Artsrun Hovannisyan jî piştî daxuyanîya Alîyev got ku ew

Nafikire ku bo paytexta Ermenistan Erîvanê metirsîyeke hebe, lê ew bi her rewşê di şer de ne.

Rêvebirîya Qerebaxê îro dîyar kir ku hêzên Azerî êrîşên mûşekî li dijî navenda wê ya revebirîyê li bajarê Stepanakert kirin.

Hevdem, Azerbaycanê jî got Ermenîstan bi mûşekan êrîşî gelek bajarên derveyî herêma Qarabaxê kiriye.

“Dijmin bi mûşekan êrîşî Stepanakert û Sushi dike. Bersîva me wê di demeke pir kin de were,” Vahram Pogosyan, berdevkê rêvebirîya Qarabaxê got.

"Pevçûnên dijwar berdewam dikin," berdevkê wezareta parastinê ya Ermenistanê Shushan Stepanyan jî got.

Hejayî balkişandinê ye ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê ji salên 1990'an vir ve ku 30.000 mirov hatibûn kuştin, pevçûnên herî xirab û kujer pêk tên û li seren serê herema Nagorno – Qarabaxê belav dibe.

Ji bangên agirbestê yên ji Rûsya, Fransa, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa heya niha ti encamek derneketiye.

XS
SM
MD
LG