Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saxniç di Romana Xwe ya Yekê de Parçebûna Malbatên Kurd Tîne Pêş Xwendevanan


Romana nivîskar Azad Saxniç ya bi navê “Lê Ew Xwîşbûn” ji alîyê weşanxaneya Nota Bene hat weşandin.

Roman bal dikşîne ser keçên Kurd yên hindabûyî. Di dema Şera Cihanê ya Yekê de li ser axa Kurdan şerên ku tên meşandin gelek malbatên Kurd ji hev vediqetinin.

Malbata Saxniç ji yek ji wan malbatan e û ew parçebûna malbata xwe kiriye mijara romana xwe.

“Min digot gey keçên hindabûyî tenê li Dersimê hene, lê min di dema lêkolînê de dît ku di nav malbata min, li Hîzan a Bîtlîsê jî heman tişt qewîmîne.”

“Lê Em Xwîşbûn” romana yekê ya Saxniç e û ew dibêje ku bi vê romanê êşa Kurdan ya dîrokê derdixe pêş xwendevanên xwe.

“Min di vê romanê de çîroka du xwişkên ji hev veqetandî nivîsî. Bi rastî êşeke mezin e. Dema piştî salên dirêj Nalîn û Zarîn hevdu dibînin Nalîn bi Kurdî nizane, Zarîn jî bi Tirkî nizane û her du xwîşk nikarin ku bi hevre biaxifin.”

Saxniç vê dabeşbûnê bi bê dewletbûna Kurdan girê dide û vê yekê jî wiha radigîhîne:

“Çîrokên parçebûna Kurdan pir in û sedema wê ya bingehîn bê dewletbûna Kurdan e.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00

XS
SM
MD
LG