Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Rojnemevan û Akademîsyen Derdikevin Pêş Dadgehê


Li Tirkîyê çar akademîsyen û du rojnamevan di du rûniştinên cihê de, îro Înê derdikevin pêş dadgehê,di vê demê de ku azadîya axaftin û raman di bin desthilata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan her xirabtir dibe.

Akademîsyen rûbirûyê cezayên bi “propaganda terorîzmê” ne, jiber ki wan daxwaznameyeke aştîxwaz îmza kir û operasyonên artêşa Tirk yên hember serhildayên Kurd şermezar kirin.

Rojnamevan Can Dundar ê edîtorê giştî ya rjnameya Cumhuriyet û nûnerê Enqerê Erdem Gul, jî di rûniştina sisêyan de, jiber tawanên îxanetê derdikevin pêş dadgehê. Dundar û Gul dikarin bi qasî dirêjîya jînê werine zindanî kirin, jiber ku wan nûçeyek li ser şandina çekên neqanûnî ji Sûrîyê re weşandibû.

Hêjayî balkişandinê ye, di Raporta Azadîya Ragihandinê ya 2016yan de ku ji alîyê Rojnamevanên Bê Sînor de hate weşandin, Tirkîyê di nav 180 welatan de di rêza 151ê cîh girtîye.

Piştî ku Erdogan do sala 2014an de bû serokomar, heta niha nêzîkî 2,000 kes bi sedema biçûkxistina wî hatine dadgeh kirin.

XS
SM
MD
LG