Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washinton Girîngî Dide Azadîya Olî û Mêvandarîya Konferanseke Navnetewî Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û balyozê azadîya olî Sam Brownback
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û balyozê azadîya olî Sam Brownback

Wezareta Derve ya Amerîka Raporta Salane ya Azadîya Olî ya Navnetewî weşand ku tê de bi firehî qala azadîya olî li seranser cîhanê tê kirin.

Raport nirxandineke objektîf ya rewşa azadîya olî li 200 dewletên cîhanê tîne pêş çavan û cîh dide kar û kiryarên hikûmeta Amerîkî ya di warê pêşvebirina azadîya olî.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku azadîya olî girîngîya vê rêvebirî ye, loma ewê di 25 û 26’ê Tîrmehê de li Washingtonê, mêvandarîya civîneke du rojan bike.

Di vê civînê de rêberên hikûmetan û civakên olî yên ji seranser cîhanê dijwarî, astengî û pirsgirêkên heyî gotûbêj bikin û rêkên pêşîgirtina givaştin û zordarîya ser azadîya olî binirxînin û misoger bikin rêzgirtineke berfireh ji hemî ol û bawerîyan re hebe.

Hêjayî balkişandinê ye ku îsal salvegera 20’an ya Qanûna Azadîya Olî ya Navnetewî (International Religious Freedom Act) ye.

Kongresa Amerîkî di sala 1998’an de bi dengekî xurt ew qanûna girîng û nepartîzanî erê kir, ku wek beşeke serekî ya sîyaseta derve ya Amerîka, bal dikşîne ser girîngîya azadîyên olî li cîhanê.

Serok Clinton ew qanûn di 27’ê Cotmeha 1998’an îmza kir û ew zagon bû fermî û posta balyoztîya giştî ya Azadîya Olî ya Navnetewî afirand ku hewilên hikûmeta Amerîkî bi rê ve bibe.

XS
SM
MD
LG