Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Otombêlekê de li Bakurê Sûriyê 4 Kes Têne Kuştin


Members of Turkish police special forces are seen near Mount Barsaya in Qastal village, Azaz city, Syria, Feb. 1, 2018.

Çalakvanên opozisyona Sûriyê dibêjin di encama teqînekê de li bajarê Azazê yê bakurê Sûriyê çar kes, di nav de du zarok, hatin kuştin.

Azaz di bin dest çekdarên opozisyona Sûrî ya kuTirkiyê piştgiriya wan dike de ye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye îro Şemiyê got otombêleke bumbekirî li dergehê navçeya pîşesazî ya bajarê Azazê teqiya.

Wê got teqîn li nêzîkî sîtêrek tije fiyûl bû û agir pê xist.

Navenda Heleb a Medyayî jî ev rûdan ragihand û got ew li bazareka firotina fiyûlê bû.

Ji destpêka şerê Sûriyê sala 2011an ve rûdanên wiha gelek caran bûne.

Bakurê Sûriyê bûye meydana pevçûnan di navbera aliyên dijber de, di nav de jî çekdarên girêdayî el-Qaîde û serhildêrên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike.

XS
SM
MD
LG