Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girjiyên Tirkîyê û Ermenistanê yên li dor Azerbaycanê


Wêraniya gundê Agdam ê Nagorno Karabakh di şerê salên 1990î de (Arşîf)
Wêraniya gundê Agdam ê Nagorno Karabakh di şerê salên 1990î de (Arşîf)

Ermenistan bang li civaka navnetwî dike ku piştrast bike Tirkîyê destêwerdanê di şerê wê û Azerbaycanê yê li dor herêma Nagorno-Karabax de neke.

Tirkîyê bi tundî Ermenistan rexne kir, piştî pevçûnên di navbera hêzên Ermenistanê û Azerbaycanê de û got ku Ermenistanê rê li aştîyê girtiye. Tirkîyê soz daye ku piştgiriya Azerbaycanê bike.

Li ser asta navxweyî, Tirkîyê operasyoneka girtina 82 kesan destpê kiriye, di nav de jî endamên partîya alîgira Kurdan HDPê, li dor tundûtijîyên xwepêşandanên sala 2014an yên ji bo bajarê Kobanîyê.

Vê operasyonê nerazîbûnek li nava alîgirên HDPê derxist pêş û wê tawanbarîyên ku desthilata Tirkîyê arasteyî wê dike, red kirin.

Berê van girjîyên navxweyî û derve yên Tirkîyê li ku ye û sûdeya Tirkîyê ji wan çi ye?

Tirkîyê ku rastî astengî û kirîzên abûrî dibe, û berê destêwerdanê di Sûrîyê û Lîbya û Îraqê de dike, çiqas dikare di piştgirîya Azerbaycanê de bi ser keve?

Ev gavên ku hikûmeta Tirkîyê davêje, çi li ser asta navxweyî û çi jî li ser ya derve, ta çi radeyê ji alîyê partî û pêkhateyên sîyasî yên nava Tirkîyê ve tên erê kirin?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî van herdû mijaran, bi du mêvanan re gotûbêj dike:

Murat Melet, civaknas û serokê komeleya mafê mirov li bajarê Wanê û Mehfûz Yildiz, şîrovekarê sîyasî ku li Hollanda dimîne.

Murat Melet and Mahfouz Yildiz
Murat Melet and Mahfouz Yildiz

Ji bo guhdarîkirina lêi bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 29/9/2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00


XS
SM
MD
LG