Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Alîyev Daxwaza Aştiya bi Ermenistanê re Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê li Enqerê ji serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev re got ku ew dixwaze ku Bakû ji alozîyên siberojê yên bi Ermenîstanê re dûr biksekine û jibo aştiyeke mayînde helw bide.

Alîyev îro serdana Tirkîyê, piştevana herî girîng yê leşkerî û dîplomatîk ya Bakûyê kir, piştî gotûbêjên bi serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan re, bi mazûvanîya serokwezîrê Almanya Olaf Scholz.

Pêşveçûna gotûbêjên li Munîhê, jiber pevçûneke kujer hefteya borî li ser sînorê Azerbaycan-Ermenîstanê ketibûn xeterîyê.

Lê, Scholz dîyar kir ku Alîyev û Pashinyan li hev kirine ku jibo aştiyê hewl bidin û ji karanîna hêza leşkerî dûr bisekinin.

Erdogan di preskonferansa hevpar ya bi Alîyev re got ku ew hêvî dike ku alozîya hefteya borî wê dubare nebe.

"Ti guman tune ye ku îmzakirina peymana aştiyê ya domdar ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, wê jibo aştî, aramî û ewlehiya li herêma me û li cîhanê bibe hêvîyeke nû," Erdogan got.

Pashinyan piştî pevçûna hefteya borî hişyarî dabû ku Azerbeycan amadekar î ya "şerekî berfireh" dikir.

Li gor şîrovekaran, Azerbaycan bi bidesxistina herema Nagorno-Qarabax ya nakokbar ji sala borî ve ji xwe pêbawer bûye, ku yek ji nakokîyên herî dijwar yên cîhanê çareser kir.

Di wî şerî de hema hema tevahîya şênîya Ermenî ya Qerebaxê - zêdetirî 100 hezarî- revîyan Ermenistanê.

Herwiha şerê Qarabaxê di têkilîyên Ermenîstanê û hevbendê wê yê herêmî Rûsya re şikestinek kûr çêkir, ku zext li ku Êrîvanê kir ku bi Bakû re peymanek aşitiyê qebûl bike.

"Bi dawîbûna dagirkeriya Ermenîyan li Qerebaxê, jibo aştiya mayînde pencereyek dîrokî ya derfetê vebû. Girîng e ku derfetê vebûna wê pencereyê neyê girtin," Erdogan got.

Alîyev jî dîyar kir ku şer alîkarîya çareserkirina kêşeyeke dîrokî kir, ku bi rêyên aştiyane nedihat çareser kirin.

Alîyev ser piştgirîya dîplomatîk û firotina çekan ya Tirkîyê jî got ku "Azerbaycan wê ti carî vê piştgirîya biratîyê ji bîr neke."

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG