Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azerbaycan, Ermenistanê bi Binpêkirina Agirbestê Tawanbar Dike


(arşîv)
(arşîv)

Azerbaycanê, Ermenistan bi binpêkirina agirbestê, ku îro Duşemê bi saeta herêmî di 08:00 de destpê kiribû, tawanbar kir.

Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê ragihand ku artêşa Ermenistanê, êrîş biriye ser bajarê Terter û gundên li derdora wê.

Cîgirê Serokomarê Azerbaycanê Hîkmet Haciyev ji Twitterê dijî Serokwezîrê Azerbaycanê Nikol Pashinyan bertek nîşan da û dîyar kir ku wî ser agirbestê derew kirine.

Ermensitanê ser îdiayên derbarê binpêkirina agirbestê hîn ti daxuyanî nedaye.

Wezareta Derve ya Amerîka do Yekşemê bi daxuyanîyekê dabû zanîn ku Ermensitan û Azerbaycanê bo bidawîkirina şerê li Nagorno – Qarabaxê li hev kirine û ‘’agirbesta mirovî’’ ragihandine.

Serokê Amerîka Donald Trump piştî daxuyanîya ser agirbestê, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev bo lihevkirinê pîroz kiribû.

XS
SM
MD
LG