Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Azerbaycan û Ermenistanê Dike ku Agirbestê Binpê Nekin


Wezîrên Derve yên Rûsya Sergey Lavrov bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir ku agirbesta jiber pevçûnên li Nagorno - Qarabaxê hatiye ragihandin, binpê nekin.

Lavrov, piştî civîna bi hevtayê xwe yê Ermenî Zograb Mnatsakanyan re preskonferanseke hevbeş li dar xist.

‘’Her du alî divê li gor agirbesta ku roja Şemîyê destpê kir tevbigerin. Tevî pevçûn didomin jî ew hewildanên bo agirbestê ne pûç in’’ Lavrov got.

Wî dîyar kir ku divê bo çavdêrîya agirbestê mekanîzmayek were çêkirin.

Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û hevtayê wî yê Ermenî Zohrab Mnatsakanyan Îna borî ser vexwendina Serokê Rûsya Vladimir Putin çûbûn Moskowê.

Civîna wezîrên her du dewletan bi mazubanîya Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li dar ketibû. Ser civînê ti hûrgilî nehat belav kirin, lê Wezareta Derve ya Rûsya wêneyekî ji civînê weşandibû.

XS
SM
MD
LG