Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Girjîya Azerbaycan û Ermenistanê Fikaran Çêdike


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan bi rêka telefonê bi rêberên Azerbaycan û Ermenistanê re axifî.

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku girjîya dawî ya Azerbaycan û Ermenistanê fikaran çêdike.

Li gor daxuyanîyê, Sullivan ji rêberan re gotiye tevgerên leşkerî yên sînorên ne dîyar paşguhkirina berpirsîyan û sorkirin e.

Sullivan daye zanîn ku Azerbeycan û Ermenistan bo dîyarkirina sînorên navneteweyî divê hevdîtinên fermî bikin û Amerîka jî piştgirîya lihevkirina herêmî dike.

Ermenistanê dîyar kiribû ku artêşa Azerbaycanê ketiye axa wê û dest bi lêpirsînê kiribû.

Karbidestên Ermenistanê dabûn zanîn ku wan rê li ber pêşketina eşkerên Azerî girtine û binpêkirina sînoran rawestandine.

Azerbeycan îdiayên karbidestên Ermenistanê red dike û dide zanîn ku ew li sînor bi tenê ewlekarîya xwe xurt dike.

XS
SM
MD
LG