Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azerbaycan 10 Leşkerên Dîlgirtî Radestî Ermenistanê dike


Dîmeneke leşkerên artêşa Ermenistanê (Arşîv)

Komîsyona Girtîyên Şer, Dil û Windayan ya Ermenistanê îro Yekşemê dîyar kir ku Azerbeycanê bi navbeynkarîya Yekîtîya Ewrupa (YE) 10 leşkerên dîlgirtî yên Ermenî, radestî Ermenistanê kiriye.

“Komara Azerbaycanê, di 19’ê Rêbendanê de li gor prensîbên mirovahîyê, bi navbeynkarîya YE 10 leşkerên dîlgirtî radestî Ermenistanê kir. Ev leşkerana di 16’ê Mijdara 2021’an de, dema ku hêzên çekdar yên Ermenistanê li ser sînorê Kelbecarê hewl didan ku provokasyoneke asteng bikin, hatibûn desteser kirin, ” Komîsyone got.

Hevdem, Komîsyonê da zanîn ku serbestberdana leşkerên dîlgirtî yên Ermenî, di encama hevdîtina sêalî ya Serokê YE Charles Michel bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan ya li Brukselê ya di 14'ê Rêbendanê de û her wiha piştî civîneke dualî ya bi navbeynkarîya YE ya li Bakuyê, pêk hatiye.

Toivo Klaar, nûnerê taybet yê YE yê bo Kafkasya Başûr û krîza li Gurcistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke weşand.

“ Berdana 10 leşkerên Ermenî ji hêla Azerbaycanê ve bo çareserîya pirsgirêkên mirovahî, gaveke girîng e, ” Klaar got.

Wî bi berdewamî wiha got:

“Ez kêfxweş im ku 10 leşkerên Ermenî hatine radestkirinê Ermenistanê. YE dê bi her du welatan re xebatên xwe bidomîne; ser bingeha hevdîtinên serkeftî yên Serokê Konseya Ewrupayê Charles Michel bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re hatine kirin."

XS
SM
MD
LG