Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Hebûna Îsraîlê li Qafqasya Nerazî Ye


Wezîrê Derve Yê Îranê Hossein Amirabollahian
Wezîrê Derve Yê Îranê Hossein Amirabollahian

Roja Çarşemê Îranê derbirîn ji "Tirseke cidî" kir, ya "hebûna" Îsraîlê li herêma Qafqasya, di wî çaxî de ku alozî di navbera Îran û Azerbaycanê de zêde dibin, ji encama têkiliyên Baku bi dewleta Îsraîlê re, ku çavkaniyeke sereke ya çekên Azerbaycanê ye.

Wezîrê Derve yê Îranî Hossein Amirabdollahian li Moskow gote rojnamevanan "Helbet emê rê nedîn ku tu guherînek di nexşeya Ceosiyasî de li Qafqasya çê bibe, û me tirsek cidî heye derbarê terrorîstan û Sehyoniyan li vê herêmê." Weke Amir-Abdollahian dibêje.

Ev daxuyaniyên Îranê rojekê piştî wan raportên mediyayî hat yên ku dan zanîn ku Îranê buhavê xwe yê esmanî li hember firokên leşkerî yên Azerbaycanê girtîye.

Alozî di navbera Îran û Azerbaycanê de li nîva meha Îlonê derketin yên ku sinorek 700 km yê hevbeş heye .

Îsraîl çavkaniyeke sereke yê çekane bo Azerbaycanê, ya ku sala par serkeftî di şerê li gel Ermînya de serkeftî ku şerekî di navbera wan de 6 hefteyan dirêj kêşa bû di çarçova şerê her du welatan li ser Nagorno-Qarabxê.

Roja Înê hêzên leşkerê Îranê dest bi manowirek leşkerî kirbû li nêzîk sinorên Azerbaycanê, ku ev bûbû sedema rexenyên serokê welatê Azerbaycanê Îlham Aliyev.

Rojekê berî manowir destpê bike wezîrê derve yê Îranê Amir-Abdollahian bo hevpîşeyê xwe yê Azerbaycanê tekez kirbû ku Tehran dê rê nede tu çalakiyên Îsraîlê li "Nêzîk sinorên me" û soza standina her tedbîreke pêwîst dabû.

Herwiha doh Sêşemê Alyev gotbû dê Baku " Îdîayên Îranê yên bingeha wan tuneye" derbarê hebûna leşkerî, ya Îsraîlê li ser axa wan "Bê bersiv nehêle."

Çarşemê hat ragihandin ku hêla esmanî ya Azerbaycanî dê destpê bike buhavê hewayî yê Ermenistanê bikar bîne.

Ev jî îşareteke bo kêmkirina nakokiyên di navbera Baku û Yerevanê de, piştî çend rajoan ji ragihandina serokên her du welatan ku ewê vegerin danûstandinên rasterast.

XS
SM
MD
LG