Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bilal Gulden Behsa Çîroka Rojnamevan Azîz Oruç Dike


Li Tirkîyê ser rojnamevanên rikeber çewsandina desthilatîyê her ku diçe zêde dibe. Gelek rojnamevan êdî nikarin karê rojnamevanîyê bînin cî. Di vî warî de rojnamevanên Kurd jî herî zêde têne çewsandin.

Rojnamevan Azîz Oruç jî yek ji van rojnamevanekî Kurd e. Li ber nûçên Oruç ser wî doz hate vekirin. Ji bo ku nekeve girtingehê Oruç di xwaze biçe Ewrûp. Li ber vî jî derdikeve der û derbasî Ermenîstanê dibe. Ji alîyên hêzên Ermenîstanê Orûç tê girtin û radestî Îranê tê kirini û Îran jî radestî Tirkîyê dike.

Wezareta Navxweyî û çapemenîya Tirkîyê Azîz Oruç wek terorîstek nîşan da. Li ser vî jî Partîya Demokratîk ya Gelan/HDP’ê berket li ber Wezareta Navxweyî nîşan da. HDP’ê di daxûyanîyaxwe de dadîyarkirin ku “Azîz Oruç rojnamevaneke. Nûçên ku medyaya desthilatîyê ser wî çêkirine bê exlakîyeke mezin e.”

Heval û hevpîşekarê Azîz Oruç Edîtorê Ajansa Mezopotamya’yê Bîlal Gulden daxuyakirin ku Wezareta Navxweyî û çapemenîya desthilata Tirkîyê dixwaze ku rojnamevanên Kurd Azîz Oruç tewanbar bike û bi awayekî terorîst nîşan bide:

“Ji Stenbolê heta Culemêrgê gelek kes dizanin ku Azîz Oruç rojnamevanekî Kurd e. Azîz li Stenbol, Enqer, Amed, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de karê rojnamevanîyê kirîye. Lê li ber karê ku dikir ser wî doz hate vekirin. Azîz Oruç jî wek hevalên me yê din, ji bo ku nekeve girtingehê derket der. Lê îro wezareta navxweyî û çapemenîya desthilatâ Tirkîyê dixwaze ku ewî recim bike û terorîst nîşan bide.”

Ana gelek rojnamevan li ber nûçên xwe di girtingehê de ne. Rojnavevan Gulden, dadidexuyakirin ku desthilatîya Tirkîyê dixwaze ku pêşî li beranberî rojnamevanên Kurd bigre:

“Dema Kurdek li ser doza xwe bisekine dewlet dixwaze ewî bi şiklekê biçewsîne. Hevalê me Azîz Oruç jî ji van yek kesek bû. Pêşî lê hate girtin û ew jî mecbûr ma derket der. Gelek hevalên me jî nefsî qederê dabeş dikin. Sîyaseta dewletê ya herî sereke qutkirina dengê Kurdan e. Li ber vî jî li ser rojnamegerên Kurd de zextên xwe zêde dike.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:32 0:00


XS
SM
MD
LG