Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Ozçelîk: Li Gor Dewlata Tirk Her Kurd Terorîst E


Serokwezîrê Tirkîyê yê berê û namzedê Pardîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stenbolê Bînalî Yildirim serdana Amedê kir û li wê derê navê Kurdistanê bi lêv kir.

“Dema Mustafa Kemal Atatirk Meclîsa Netewî ya Mezin ya Tirkîyê (TBMM) vekir, di vê meclîsê de nûnerên Kurdistanê jî hebûn, yên Lazistanê jî,” Yildirim got.

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk daxuyanîyên Yildirim ji dil nabîne.

“Dewlet mafên Kurdan tune dibîne û binpê dike, lê jibo berjewendîyên xwe jî peyva Kurdistan bikar tine. Yildirim, jibo ku li Stenbolê serkeftinek bi dest bixe, li Amedê navê Kurdistanê bi lêv kir. Lê, em baş dizanin ku di alîyê din de jî kesên ku doza Kurdistanê bi rêve dibin, wan jî tawanbar nîşan didin.”

Ozçelîk bi bîr tine ku partîya wan PAK, jiber ku di navê xwe de peyîva Kurdistan derbaz dibe û daxwaza mafên Kurdan dike, dibe armanca her cure astengîyan.

“Dewlet, Kurdên ku mafên xwe dixwazin, wan hemûyan wek terorîst dibîne. Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar dibêje ku heta yek terorîst bimîne têkoşîna me dê berdewam be. Divê, mirov bipirse gelo terorîstê dawî kî ye? Ew hemî Kurdên ku daxwaza mafên Kxwe dikin, wek terorîst dibîne.”

Ozçelîk dîyar dike ku ew sîyaseta Tirkîyê dê ti car bi ser nekeve û loma divê vê sîyaset biguherîne û gavên erênî bavêje.

ED_06_07_2019_Bînalî_Kurdistan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00

XS
SM
MD
LG