Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Îraqê Firokên B-52 yên Bombevan li Dijî DAIŞê Kar Tîne


Karbidestên Pentagonî îro Înê ragihand, di nav 20 salên borî de cara yekê firokên bombevan yên B-52 Stratofortress li Îraqê, hember çekdarên DAIŞ'ê kar bînin.

Firokên B-52 destpêka vê mehê ji Kendava Farisî giheştibûn, li armancên DAIŞê yên li bajarokê Qayyarah ya nêzîkî Mûsilê xistin û cebilxaneyekî wê koma tundrê ruxandin.

"Hefteya borî hêzên Îraqî li bajarokê Hit ya bin kontrola DAIŞ'ê de serketineke girîng desxt xistin û bajarok careke din zivirandin gelê Îraqê," berdevkê leşkerîya Amerîka li Îraqê Steve Warren got.

Firokên B52 Stratofortress yên bombevan ji alîyê Boeing ve hatine çêkirin û di sala 1955'an de, di serdema Şerê Sar de bo êrîşên navokî hatibûn kirîn.

Ew firokên bomvevan ji 50 salan vir ve di destê hêzên esmanî yên Amerîkî ne û cara dawî di dema Şerê Kendavê de li Îraqê hatibûn karanîn.

XS
SM
MD
LG