Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayram Bozyel û 13 Sîyasetvanên Kurd li Tirkîyê Hatin Girtin


Cîgirê Serokê PSKê Bozyel û 13 Sîyasetvanên Kurd Hatin Girtin

Hefteya borî li Amed, Îzmîr, Stenbol û Mêrdînê di operasyonek hevdemî ya ''terorê'' de 19 sîyasetvan û çalakvanên Kurd hatibûn desteser kirin.

Piştî heft rojên desteserkirinê, jibo 14 kesan biryara girtinê derket.

Cîgirê Serokê Partîya Sosyalîsta Kurdîstanê (PSK) Bayram Bozyel jî di nav wan de cî digire.

Tevî Bozyel, rêvebirên HDP û DBP’ê Mehmet Asana, Mehmet Suslu, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Huseyîn Baran, Mehmet Şakîr Demîr, Omer Fîlîtoglu, Yasemîn Akengîn, Nasir Yentar; Dayika Aştîyê Nazîfe Yîgît, endamên sendîkayan Arzu Koç, Erkan Keskîn, Gulhan Tekîn, bi îdiaya endamtîya ''rêxitina terorê'' hatine girtin.

Parêzerê Bozyel, Hasan Dagtekîn ji Dengê Amerîka re got ku ji sala 2013’an vir ve hemî daxuyanîyên PSK’ê, nivîs û roportajên Bozyel wek tawan hatine dîtin.

"Beşdarîya Bozyel ya ya Bîranîna Komkujîya Helepce, civîna li ser doza girtina partîya wan wek sedemên girtinê hatine nişandan û ew wekî ku endamê PKK’ê be, hatiye girtin," Dagtekîn got.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG