Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê Berhem Salih Serdana Tirkîyê Dike


Serokomarê Îraqê Berhem Salih jibo têkilîyên fermî çû Tirkîyê û bi Serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir.

Piştî civînê her du serokomar preskonferansek li dar xistin û daxuyanî dan. Erdogan got ku ewê peywendîyên ligel Îraqê xurt bikin û bînin asta peywendîyên stratejîk.

“Yekîtîya Îraqê û parastina axa wê bingeha sîyaseta me ye. Tirkîye jinûve avakirina Îraqê de dixwaze rola sereke bilîze. Aramîya Îraqê jibo me girîng e, lê em dixwazin di warê bazirganî û aborî de jî karîger bin,” Erdogan got.

Salih jî got ku Îraq ji nav pêvajoyeke nû derbaz dibe û hewil dide ku xwe jinûve ava bike.

“Îraq di warê avahîsazî, ewlekarî û leşkerî de xwe nû dike. Armanca me ew e ku li herêmê aramîyê derxînin pêş. Bawer im ku dostanî û biratîya me ligel Tirkîyê wê pêşkeve,” Salih got.

XS
SM
MD
LG