Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mertala Firat ku Tirkîyê Piştgirî Dike Pêşdeçûna Xwe li Babê Didomîne


Di vê wêneya arşîvê de çekdarên Sûrî

Ajansa Reuters radigihîne ku serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê, operasyona dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li hindurê bajarê Babê didomînin.

Serhildayên Sûrî do jî xeta berevanî ya DAIŞ'ê li wî bajarî şikandibûn û ketibûn nav bajarê Babê.

Fermandarekî Mertala Firatê ji ajansê re got ku çekdarên Artêşa Azad ya Sûrî ku bi qumandarên Tirk re dixebitin, ji hêla rojavayê bajêr ve pêşde diherin.

Heman fermandar bi berdewamî ragihand ku wan gundên Qibesîn û Baza careke din careke din xistine bin kontrola xwe.

Bajarê Bab bûye navendeke girîng ya şerê li Sûrîyê jiber ku hem Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) û hem jî hêzên rejîma Beşar Esad gelek nêzîkî wî bajarî ne.

Bi taybetî piştî pêşdaçûna hêzên Esad di rojên dawî de, îhtîmala şerekî dijwar ya navbera Sûrîyê û Tirkîyê li Babê xurt bûye.

XS
SM
MD
LG