Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Tirkîyê û SOHR, Ser Kontrolkirina el-Bab'ê Daxuyanîyên Dijî Hevdu Dan


<span dir="RTL">اس شہر کی تعمیر میں ہزاروں افراد نے حصہ لیا جن میں شمالی کوریا کے فوجی اہلکار بھی شامل تھے۔ مغربی ذرائع ابلاغ کے مطابق چھٹیوں کے دوران یونیورسٹیوں کے طلبہ کو بھی کام کرنے کے لیے یہاں بھیجا جاتا تھا۔</span>
<span dir="RTL">اس شہر کی تعمیر میں ہزاروں افراد نے حصہ لیا جن میں شمالی کوریا کے فوجی اہلکار بھی شامل تھے۔ مغربی ذرائع ابلاغ کے مطابق چھٹیوں کے دوران یونیورسٹیوں کے طلبہ کو بھی کام کرنے کے لیے یہاں بھیجا جاتا تھا۔</span>

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim do Sêşemê ragihand ku serhildayên ku dewleta wî piştgirîya wan dike beşeke mezin ya el-Bab'ê bi dest xistîye, lê Çavdêrîyê Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku bajar hîn di dest çekdarên DAIŞ'ê de ye.

''Piranîya el-Bab'ê ket bin kontrolê. Terorîst ji axa di dest wan de korîdoran li welatê me vedikin, em dixwazin pêşîyê li wan bigirin'' Yildirim di civîna rêvebirên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de got.

Berovajî gotinên Yildirim, SOHR'ê da zanîn ku kontrola el-Bab'ê di dest DAIŞ'ê de ye.

''Di nav el-Bab'ê de şer dom dike, serhilda û leşkerên Tirk di nava bajêr de pêşde diçin, lê kontrola wê hîn di dest DAIŞ'ê de ye'' SOHR'ê dîyar kir.

Serhildayan bi piştgirîya Tirkîyê, li bakurê Sûrîyê di meha Tebaxê de dest bi operasyonê kiribû. Tirkîye bi vê operasyona ku nav Mertala Firatê ye, armanc dike ku DAIŞ'ê ji sînorên xwe dûr bixîne û pêşveçûna şervanên Kurd jî rawestîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, serokomarê Tirkîyê eşkere kiribû ku piştî Bab'ê dê berê wan li Reqa be.

XS
SM
MD
LG