Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babacan Dibêje Armanca Wan ya Serekî Demokrasîya Xurt E


Ali Babacan
Ali Babacan

Serokê Giştî yê Partîya DEVA Alî Babacan îro Duşemê li bajarê Îdirê got ku Erdogan, ne Erdoganê berê ye û AKP jî AKP ya berê ye.

“Divê ew mal bi mal bigerin û ji hilbijeran re bibêjin ku ev Erdogan ê ku we bi hêvîdarî deng daye, nema Erdoganê berê ye û ev AK Partî jî ne AK Partîya berê ye.”

Babacan bi berdewamî got ku armanca wan ya serekî demokrasîyeke xurt e.

"Divê demokrasîyeke dagirtî û dadmendî pêk were û serwerîya hiqûqê serfiraz be. Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Boşnak, Alevî, Caferî û her kes bibe hemwelatîyê wekhev û bi rûmet yê vî welatî. Ger hemwelatîbûna wekhev hebûya, sîya qayuman wê li ser demokrasî nedigerîya û ti zimanekî vî welatî li derve nedihat hiştin, dema parlamanterek li ser kursîya meclîsê bi Kurdî bipeyîva, hîngê wek 'zimanê ku nayê zanîn' nedihat nivîsîn.”

Babacan herwiha got ku divê Tirkîye ji xwe re dijminên nû çêneke û bi cîranên xwe re baş be.

“Îdir bajarekî ser sînor e û pirsgirêka herî mezin ya Îdirê û bjarên din yên ser tixub ew e ku desthilata sîyasî tim ji xwe re dijminan derdixe û bi her kesê re şer dike. Emê çi bikin? Emê hejmara dijminin hinik û ya dostan jî pir bikin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Babacan salên dirêj wek cîgirê Erdogan û berpirsê aborîyê kar kiribû û herwiha wek wezîr derve jî xizmet kiribû.

Babacan niha piştgirî dide Kemal Kiliçdaroglu ku hevrikê serekî yê Erdogan e.

XS
SM
MD
LG