Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan jiber biryarên ser Doza Kobanê bertek nîşan da.
Babacan danûstandinên rêberên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê û Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya li opozîsyonê bi bîr xist û ser peyamanên wan yên nermkirina sîyasetê û normalkirina peywendîyan got ku nermkirin li gotinê maye.
‘’Ez jibo welatê xwe ketime fikaran. Desthilatê careke din bandor li dadgehê kiriye û nîşan daye ku guh nade aştîya civakî’’
Wî bang li desthilatê kir kir ku destê xwe ji ser dadgehan vekişîne û li gor qanûna bingehîn û hiqûqa navneteweyî tevbibere.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç ser pirseke derbarê biryarên Doza Kobanê ji rojnamevanan re got ku dadgehê bi awayekî serbixwe û bê alî biryar daye.
Tunç dîyar kir ku dadgeha derece biryara ser Doza Kobanê daye û hîn peyvajoya îstînaf û pêdeçûnê jî heye.
Di Doza Kobanê de jibo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Fîgen Yuksekdag 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.
Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku li ser bingeha HDP ava bûye, wê sibê Şemîyê li Amed, Edene û Stenbolê biryarên Doza Kobanê protesto bike.
Jêder: ANKA, Ajansa Mezopotamya