Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babacan Dibêje Erdogan Dixwaze bi Gotinên Xwe Girjîyê Çêke


Ali Babacan
Ali Babacan

Serokê Partîya Dad û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jiber gotinên wî rexne kir.

Babacan li Amedê di civînekê de, ku bi rêberên sazîyên sîvîl yên bajêr re encam da got ku Erdogan dixwaze bi zimanê xwe girjîyê çêke.

Di axaftina xwe de, Babacan êrîşa li Erziromê ya dijî Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi bîr xist.

"Piştî êrîşa li Erziromê ya dijî birêz Îmamoglu, helwesta birêz Erdogan û wezîran mixabin ku pir sist bû".

Wî dîyar kir ku divê sîyasetvan dûrî zimanê gurkirina girjîyê bisekinin û got ku hikûmet divê erka xwe ya jibo ewlekarîya hemwelatîyan bi cîh bîne.

DEVA di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî dide berbijirê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Ew partî di hilbijartina parlamanteran de jî di lîsta Partîya Gel ya Komarî (CHP) de ye.

Jêder: DEVA

XS
SM
MD
LG