Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlhamî Işik: AKP jiber Sîyasetên Nû Lawaztir Dikeve


Erdogan, Babacan û Davutoglu
Erdogan, Babacan û Davutoglu

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) 16 sal in ku desthilata xwe li Tirkîyê didomîne, lê di demên dawî de hin kesên ku ji AKP’ê veqetîn, dixwazin partîyeke nû damêzirînin.

Wezîrên Aborîyê yê berê Alî Babacan û Serokomarê berê Abdullah Gul dixwazin bi hevre partîyeke nû ava bikin. Dîsa Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî li pey damêzirandina partîyeke nû ye.

Rojnamevan Îlhamî Işik dibêje ku piştî derketina tevgerên Babacan û Davutoglu AKP’ê ket nav tengezarîyeke mezin.

“Ev 16 sal in ku AKP li Tirkîyê desthilat e, lê niha em dibînin hin kesên ku ji nav wê derketin karûbarên AKP’ê rexne dikin. Babacan û Davutoglu bi du partîyên parêzker tên. Ev hewildan dê AKP’ê lawaz bike.”

Işık bawer dike ku sîyaseta AKP’ê û bi taybetî jî sîyaseta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya demên dawî gelek çewt e.

“Sedemên veqetina ji AKP’ê hene jiber ku di demên dawî de çewtîyên mezin têne kirin. Berî her tiştî sîstem têkbir û hiqûq nehîşt. Ev partîyên nû jî van kêmahîyan rexne dikin û dixwazin xeta berê biparêzin.”

Işik pêşbînî dike ku hilbijartineke pêşwext pêkna e û dibe ku di sala 2020an de hilbijjer herin ser sindoqan.

ED_08_09_2019_Isik
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00

XS
SM
MD
LG