Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosya Taybet: Rewşa Çalakvanên Badînan yên Girtî û Azadkirî


Arşîv: Çalakvanên Badînan di Xwepêşandanekê de

Mijara girtiyên parêzgeha Duhokê, ku weke "Doza Çalkvanên Badînan" tê naskirin ji rojeva rêxistinên mafên mirov yên li herêma û Kurdistanê dimînin yên navnetewî der nakeve.

Herî dawî rêxistina bi navê Riwangeya Euro-Med (روانگە یۆرۆ-مێد) ku bingeha wê li bajarê Cinêv yê Swîsrayê ye, di daxûyaniyekê de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku di zûtirîn dem de girtiyan serbest berde. daxûyanîya rêxistina ku di mediya herêmî de jî hatiye weşandin dide zanîn ku 81 kes ji çalakvanên parêzgeha Duhok di girtîgehên Herêma Kurdistanê dane li Hewlêr û Duhok, herwiha dide zanîn ku hêjî 55 kes di girtîgehê dane û pirraniya wan hêjî bê dadgeh mane.

Dengê Amerîka ji bo zelalkirina rewşa girtiyên Badînan di girtîgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji rojnamevan, mamosta, parêzvanên mafên mirovan, parêzerê girtiyan û endamê parlemena Herêma Kurdistanê derbarê rewşa girtiyan pirsîn.

Pêşî rojnamevan Nezîr Alî ji Duhokê gote Dengê Amerîka, plana girtiyên parêzgeha Duhok vedigere bo xwepêşandanên Şêladizê yên sala 2019ê dema ku girseya gelê herêmê bi ser bingehên leşkerê Tirk de girtbûn jiber êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê ku gelek sivîl ji xelkê herêmê di wan êrîşan de hatine kuştin.

Nezîr dibêje gelek ji "çalakvanên ku beşdarî xwepêşandanê bûne yan ji di mediya civakî de çalak bûne, hêdî..hêdî hatin girtin û hatin veguhastin bo zîndanên Hewlêr û Duhokê. "

Herwiha birêz Rêving Kurdistanê parêzerê beşekî ji girtiyan di nav de parêzerê mamostayê girtî Bedel Berwarî ku vê dawiyê hatiye azad kirin dibêje, "Bi şêwekê giştî dadgehkirina zîndanî û azadkiriyên Badînan, li dadgeha cînayatan ya Hewlêrê, ya xalî nebû ji kêmûkasiyan, gelek Kêmûkasî hebûn".

Parêzer Kurdistanî bi goman li helwesta kesên azad kirî dinêre ku piştî hatine azad kirin naxwazin biaxivin û behsa rewşa xwe ya di dema di girtîgehan de bûn nakin, "Bo me cihê şik û gomanê ye ku kanê boçî ev kese hatine azad kirin û piştî hatine azad kirin zor..zor bê helwîstbûn e li hemberî wê zûlim û wê êşandina nefsî û girtina ne edaletî."

Li aliyek din Rêveberê Rêxistina Mafên Mirov li Kurdistanê berêz Hamdî Berwarî, derbarê hewildan û xebatên wan jibo azad kirina girtiyan got "Her li destpêka keysên girtiyên Badînan me hewildaye bi rêkên raportên xwe yan jî beyannameyan daxwaz ji desthilata Herêma Kurdistanê kirîye, bi hevkarî li gel layenên nêvdewletî ku her kesekê hatbîte desteser kirin li ser bîrûrayên azad yan xwepêşandan û ramanên azad û rojnamevanan bihêne azad kirin."

Birêz Rêving Hirorî ku endamê Parlemena Herêma Kurdistanê ye û ji fraksyona Partî Demokratî Kurdistan PDK'ê ye, piştî ku girtî Bedel Berwarî hat azad kirin serdana mala wî kir û derbarê rewşa girtiyê azad kirî Bedel Berwaî dibêje, "Ez û doktor Diyar Berwarî em çûn me serdana mamosta Bedel Berwarî kir li mala wî, merema me ji serdanê ew bo ku ji nêzîk rewşa wî bizanîn û me ev bi erkê xwe jî zanî, ku biçîn li rewşa wî bipirsîn dema li zîndanê bû, kanê rewşa wî çaweye û hêvîyên wî çine piştî hatî mala xwe, bi xweşhalî ve, weke mamosta Bedel Berwarî bo me diyar kirî dema ku ew li zîndanê bû hîç tundûtjîyeke cesedî li hember wî nahtiye bikar anîn."

Berêz Segvan Ertîsî, yek ji mamostayên Duhok û kesekê nêzîkî girtiyane û ji nêz ve rewşa wan dişopîne got "Ez bawerim rewşa wan heta radekî baştire, li gel hev rabûn û rûniştina wan heye û xwarin û vexwarina wan jî ligel yeke, dişên berdewam peywendî jî hebin ligel havalan ji derve jî."

Dengê Amerîka çen caran hewil da xwe bigehîne berpirsên girtîgeha Zirka li Duhokê, da ku derbarê rewşa girtiyan bihê pirsîn û kanê çalakvanên Badînan yên girtî hin anîne wê girtigehê yan na, lê mixabin bersiv nebû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:39 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG