Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Înê got ku nûçeyên ser êrîşên jahrîn yên ser qîzên xwendkar yên li Îranê cîhê xemê ye.
Baerbock xwest ku li ser wan nûçeyan vekolîneke dagirtî were kirin.
"Divê qîz, bê tirs bikaribin herin xwendingehan. Ew mafê wan ya bingehîn e. Divê ser hemî bûyerên jahrkirinê vekolînên rêkûpêk werin kirin,” Baerbock got.
Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihandibû ku di nava mehên borî de, li xwendingehên curbicur bi sedan şagirtên keç bûne armanca êrîşêb jahrîn.
Hin sîyasetvan jî îdia kiribû ku belku hin komên dîndar yên dijî xwendina qîzan ew êrîş kiribûn.
Rêvebirîya Amerîkî jî xema xwe ya ser raportên wî rengî ragihandibû û daxwaza vekolîneke berfireh kiribû.
Jêder: Reuters