Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de 10 Kes li Bexda Hatine Kuştin


Di peqîna bombeyeke nav otomobîlekê de, herî kêm 10 kes îro li bexda hatine kuştin, 28 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn li taxa Sadr ya Bexda pêk hat ku rûniştvanên wê derê bi piranî Şîa ne.

Karbidestên Îraqî ragihand ku di nav qurbanîyan de endamên hêzên ewlekarî yên Îraqî hî hene.

Demûdest zelal nebû ku êrîş ji alîyê kê ve hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG