Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Çareşmê Zêdetirî 2000 Kes ji Baxoz Hatin Derxistin


Çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokrat ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkrin, roja Çarşemê ragihand ku 2000 kesên din ji bingehê dawî yê çekdarên DAIŞ li Baxoz derxistine.

Mistefa Balî berpirsê ragihandina HSDê bi rêya twîtekê nivîsand bû ku hêzên wan Sêşemê jî 3500 kes ji Baxoz derxistine, 500 ji wana terorîstên DAIŞê bûn yên ku ji aliyê HSDê ve hatbûn dorpêçkirin. Balî dîsan dibêje 5 şervanên HSDê yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatbûn girtin hatin azad kirin.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat Çarşemê da zanîn ku di 24 demjimêrên derbazbûyî de 6500 kes ji Baxoz hatine derkirin, di nav de bi sedan çekdarên DAIŞê hene yên xwe radestî HSDê kirine piştî ku êrîş bo ser Baxoz hatîne sist kirin da ku zêdetir sivîl derkevin.

XS
SM
MD
LG