Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda: Jibo Danûstandinan Divê Kurd Dilsoza Yekbûna Îraqê Bin


Hikûmeta Îraqê ragihand ku berî ku ew qayil be danûstandinan li ser krîza referanduma serxwebûnê bike, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn mercan pêk bîne.

Berdevkekî hikûmeta Îraqê, wek bersîva pêşnîyara Kurdan ya danûstandinan, ji Reuters’ê re got ku pêşî divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêgirî bi “yekbûna Îraqê” bike.

“Karbidestên Txwecîhî li herêma (Kurdistan) divê serwerîya hikûmeta federalî ya li ser derfirotina petrolê, ewlekarî, li derîyên tixub û li firîngehan qebûl bike.”

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, bal kişand ku ew xalên behskirî bingehên daxwaza danûstandin in.

XS
SM
MD
LG