Li gorî ajansan Amerîka rastî bahozên tund tê, ji roja Înê û heta rojên dawiya hefteyê berdewam kir, herî kêm 32 kes heta niha hatine kuştine, piştî ku ew li başûrê welat, di navend-rojava re ji aliyê bakur-rojhilatê welat ve, bi ba û baraneke xurt derbas bûn.
Û ajansa AP diyar kir ku niştecihan ji bo nirxandina ziyanên vê bahozê, ya ku bû sedema perçebûna rê li Arkansasê, û hilweşîna banê cîhek qerebalix ya konserê li wîlayeta Illinois, bû sedema şok û matmayîna xelkê li seranserê deverên ziyan pêketî, ji ber ku hejmara miriyan her diçe zêde dibe.
Bahoza ku li 11 eyaletan xist, mal û kargeh wêran kirin, dar qirandin û tax wêran kirin, li gorî "Associated Press".
Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de got: "Her çend em hêj pîvanên zirarê dinirxînin, em dizanin ku malbatên li seranserê Amerîka xemgîn in ku hezkiriyên xwe winda dikin û bi bêhêvî li benda nûçeyên kesên din in ku di nav xirbeyan de mane, dema ku li mal û kargehan bo jiyana xwe xebatê dikin."
Berî niha, Biden deverên welat yên ku bahoz lê hene, weke deverên mezin yên felaketê ragihandin, û ferman da ku alîkariya federal ya darayî jibo qurabaniyên bihên dabîn kirin.
Waliya Arkansasê Sarah Huckabee Sanders ku herî kêm 5 kes lê hatibûn kuştin, rewşa awarte ragihand.
Niştecîhên Wayne, Arkansas, bajarekî bi qasî 8,000 kesan ku 50 mîl (80 kîlometre) rojavayê Memphis, Tennessee ye, roja Şemiyê ji xew rabûn û dîtin ku banê dibistanê heriftîye û camên wê şikestine.
Saziya Çavdêriya Hewayî ya Neteweyî roja Yekşemê piştrast kir ku bahoz bûye sedema zirara çend xaniyan li nêzî Bridgeville, li Delaware.
Polîsê Eyaleta Delaware got ku kesek di hundurê xaniyek de ku ji ber bahoza şeva Şemiyê zirar dîtibû mirî hate dîtin.
Herî kêmî neh kes li wîlayeta Tennessee, û pênc li Indiana, û çar jî li Illinois ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyê xwe ve, parêzgarê Illinois JB Pritzker roja Yekşemê çû Belvedere ji bo serdana Şanoya Apollo ya ku beşekê wê hilweşiyabû, ku tê de nêzîkî 260 kes beşdarî konserekê bibûn.
Waliyê Tennessee Bill Lee roja Şemiyê çûbû wîlayetê da ku ziyanên bahozê bibîne. Wî got ku bahoz bûye sedema "xirabtirîn" hefte di serdema desthilatdariya wî de, piştî çend roj ji teqekirina li dibistaneke bajarê Nashville ku şeş kes mirin.
Hat ragihandin ku di encama bahozên ku ji şeva Înê heta dawiya hefteya dom kirin de, li eyaletên Alabama û Mississippi kuştiyên din jî hatin ragihandin, di encama bahozên ku eyaletên Amerîkayê de girtiye heta niha zêdeyî 30 kes mirine.