Li herema metrolol ya Washingtonê û li istanên Virginia û Maryland yên Amerîka jiber bahoza roja Duşemê herî kêm 3 kes mirin û zêdetirî nîv mîlyon kes bê elektrîk man.
Ofîsên hikûmeta federal û xwendingehên li herêma Washingtonê bi sedema barîna berfa yekê ya salê hatin girtin.
Ofîsên hikûmeta federal yên li Washingtonê îro Sêşemê jî sê saet dereng vebûn.
Li seranserî Bakurê Virginia û li paytaxt Richmond îro jî gelek dibistan nehatin vekirin.
Rêvebirîya Hawazanî ya Amerîkî (National Weather Service) da zanîn ku "Bahozeke zivistanê ya mezin pêk tê, rêyên bi berf û şemitî bi barîna berfê ya zêde û rêjeya dîtinê ya kêm, rêwîtî xeter kiriye."
Revebirîya Polîsan ya bajarê Montgomery ragihand ku li Marylandê du jin û zilamek êvara Duşemê mirine û zilamek jî birîndar bûye, piştî ku otomobîla wan bi maşîna berfrakirinê qelibîye.
Li herema Fredricksburg ya eyaleta Virginia serê sibeha îro Sêşemê 80 kîlometreyên rêka sereke ya 95, yek ji qerebalixtirîn korîdora rêwîtîyê ya li Amerîka, jiber qezayên bi sedema bahozê hat girtin.
Gelek ajokar do şev û îro di nav otomobîlên xwe de di nava berfê de, asê mane.
Walîyê Virginia Ralph Northam got ku ew ji ajokarên asê mane re peyamên rewşa awarte dişînin û hewil didin ku rêya girtî, jinûve ve bikin.
Li gor FlightAware ya ku rewşa firînan dişopîne, bi sedan firînên ji firokexaneyên herema Washingtonê sibeha Duşemê hatin betal kirin yan paşve xistin.
Sazîya xizmeta hewayê ya neteweyî da zanîn ku li hin heremên bakurê Virginia heya 120 santîmetre berf ketiye.
Hevdem, li Washington jî zêdetirî 20.32 santîmetre berf barîye.
Sazîya Qutbûna Elektrîkê ya Amerîka dîyar kir ku şeva Duşemê, zêdetirî 340.000 welatîyên li Virginia bê elektrîk mane û herwiha qutbûnê bandor li 43.000 kesên li eyaleta North Carolina û zêdetirî 42.000 kesên li eyaleta Marylandê kiriye.
Herwiha, Sazîyê destnîşan kir ku zêdetirî 270.000 kesên li eyaleta Virginia hîn jî bê elektrîk in.
Li Maryland, North Carolina û Tennessee jî bi deh hezaran kes radigihînin ku ceyrana wan heta niha jî qutbûyî ye.