Desthilatdarên welatê Bahrên dibêjin bumbeyeka li ser rê çandî efserekî polîs kuşt û 8ên din birîndarkirin.
Mîlîtanên Şîiî pesna êrîşê da û berpirsiyariya wê vegerand bo gurûpeka nenas.
Wezareta navxweyî ya Bahrên got teqînê baseka polîs doh Înê piştî nîvro ji xwe re kir armanc.
Wezaretê hin wêneyên basê piştî teqînê belavkirin.
Polîs dibêje mîlîtanan kontrolkirina ji dûr ve bikar anîn di teqandina bumbeya ku bi destan hatibû çêkirin de.
Gurûpeka Şîiî ku binavê Lîwai el-Muxtar tê nasîn û berpirsiyariya êrîşên wiha ragihandibû, piştre di daxuyaniyekê de got teqînê”şanî dijmin kir tiştên ku ew ji demeke dirêj ve tînin serê me.”
Wê got gurûpa Soza Xweda, ku êrîşa sala 2015an li dijî polîs pêkanîbû, ew berpirsa vê êrîşê bû.
Tê zanîn Bingeha Istola 5an a Hêzên Deryayî yên Amerîka li girava Bahrênê ye.