Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Flistînî li Gaza Wêneyan Dişewitînin Û Hizbullaha Lubnanê jî Bahreyn bi Tundî Şermezar Dike


Hizbullaha Lubnanê roja Şemiyê bi tundî lihevhatina Bahreyn ya ligel Îsraîlê şermezar kir û briyara Bahreyn weke "Xiyaneta mezin " li hember gelê Filistînê da naskirin.

Bahreyn, roja Înê da ser rêya Mîrgehên Yekbûyî yên Arabî jibo başkirina têkiliyên dîplomasî û peymana aştiyê ya bi Îsraîlê ra, ku tirsa herdu welatan ji Îranê heye.

Hizbullaha Lubnanî daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de dibêje, desthilata "Xwe sepandî" li Bahreyn li ser daxwaza Amerîka pêngav avêtine.

Şermezarkirina Hizbullahê ya Bahreyn di wê emê da hat, piştî ku wezareta derve ya Îranê û Heres Sewrî (Zêrevanên Şoriş) a Îranê lihevhatina Bahreyn ligel Îsraîlê şermezar kirbûn.

Bahreyn welatê Arabî ya Çaran û welatê Kendavê yê duyane ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê ra baş dike û bo peymana aştiyê bi Îsraîlê ra pêngavan tavêj e.

Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî(Îmarat)an, meha borî bi navbeynkariya Amerîka ligel Îsraîlê gihabûn lihevkirin û baş kirina têkiliyên dîplomasî, ku libere roja Sêşema bihêt bi amadebûna Serokê Amerîka Donald Trump li Washington peymana Sêqulî ya Îsraîl, Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî û Bahreynê da bihê îmza kirin.

Li aliyek din li kerta Gaza roja Şemiyê Flistîniyan wêneyên serokên Amerîka, Îmaratên Arabî û Bahreynê şewitandin, weke nerazîbûn û şermezar kirina peymana aştiyê ya herdu welatên Kendavê bi Îsraîlê ra.

XS
SM
MD
LG