Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Peymana Navbera Bahreynê û Îsraîlê Pêşketineke Dîrokî Ye


Trump
Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê ragihand ku Bahreynê biryar da ku peywendîyên xwe yên bi Îsraîlê re normal bike.

Serok Trump ji ser Twitterê ragihand ku biryara Bahreynê pêşetineke dîrokî ye.

“Îro pêşketineke din ya DÎROKÎ! Du ji hevalên me yên MEZIN Israîl û Melîktîya Bahreynê ser Rêketina Aştîyê hevbîr bûn – ku ew welatê Ereb yê duyê ye ku di nava 30 rojan de aştî bi Îsraîlê re pêk anî!”

Daxuyanîya hevbeş, ku ji hêla Amerîka, Îsraîlê û Bahreynê ve hate weşandin, got ku hemî alî hevbîr bûn ku "di navbera Îsraîl û Bahreynê de peywendîyên dîplomatîk yên xurt werin danîn."

Daxuyanîyê herwiha dîyar kir ku Îsraîlê piştrast kir ku hemî Misilman dikarin seredana mizgefta El Aqsa bikin û li wire nimêj bikin û herwiha cîhên pîroz yên Orşelîmê jî ji bawermendên hemî olan re vekirî bimîne.

Hêjayî bîrxistinê ye berê jî Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi navbeynkarîya Amerîka peymanek îmza kiribû ku dest bi peywendîyên dîplomatîk bikin.

XS
SM
MD
LG