Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapora 'Bajarê Wêran' Dibêje ku 400 Hezar Kurd ji Neçarî Warên Xwe Hêlane


Raporta Bajarê Wêran
Raporta Bajarê Wêran

Yekîtîya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirkiye li ser encama şer û pevçûnên dema xendekan rapora xwe ya çar salan temam kir.

Di raporê de cî dane wêraniya li bajarê Şirnexê, navçeyên Cizîr, Hezex (îdil) Silopî, Nisêbîn, Gever, Sûrê.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li heft navçeyan 400 hezar rûniştvan mecbur mane ku ji warê xwe koç bikin.

Li gorî raporê li Şirnexê qedexe 391 roj dewam kir û 64 hezar kes ciyê xwe bûn.

Hejmara Cizrî ji 110 hezaran daket 20 hezarî. Di pevçûnan deli Cizîrê meytê 251 kesan hat tesptît kirin lê tê texmîn kirin ji 280 zêdetir kes hatin kuştin.

Li Silopê jî 11 hezar kes koçber bûne.

Li Geverê 23 hezar kes bê mal man.

Li navça Surê jî şeş tax bi temamî wêran bûn ku hatiye tespîtkirin ku li navça Surê bi giştî 46 hektar cî wêran bûye.

Serokê Odeya Mîmarên Amedê Şerefxan Aydin li ser raporê û amadekairiyên wê jibo Dengê Amerîka zanyarîyan parve dike.

Aydin dide zanîn rapor bi awayek teknîkî û zanistî hat amadekirin û sibe roj jibo kesên malê wan wêran bûye dikare bibe delîl jibo dadgehan.

Rapora bi navê "Bajarê Wêran" bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî belav bû.

KHF_Bajarê_Wêran_11_07_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00


XS
SM
MD
LG