Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Dêrsimê Maçoglu bi Vîrusa Korona Ket


Bajarvanê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu dîyar kir ku bi vîrusa korona ketiye.

Fatîh Mehmet Maçoglu nexweşîya xwe ji Twitterê ragihand.

‘’Duh, piştî êşa gewrîya min, li gor encamên hûrnêrîn û testên li nexweşxaneyê, testa min a vîrusa korona pozîtîf derketiye.’’ Maçoglu nivîsî.

Wî da zanîn ku rewişa wî niha baş e û ewê ser halê xwe yê dawî rojana agahîyê bide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Maçoglu di hilbijartina sala 2019'an de ji Partîya Komunîst ya Tirkîyê bûbû berbijar û bi ser ketibû.

XS
SM
MD
LG