Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Bajarvanên HDP'yî Hatin Desteser Kirin


Çar bajarvanên ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Înê serê sibê hatin desteser kirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku Bajarvana Sêrtê Berîvan Helen Işik, Bajarvanê Hawelê Ramazan Sarsilmaz û Bajarvanê Misircê Baran Akgul jiber ‘’lêpirsînên ser terorê’’ hatine desteser kirin û li şûna wan walî û qaymaqamên wan cîhan hatine erkdar kirin.

Bajarvanê Îdirê Yaşar Akkuş jî bi ‘’endamtîya bo rêxistina terorî û alîkarîya diravî bo wê’’ hat desteser kirin.

Piştî desteserkirina bajarvanan, karbidestên ewlekarîyê dora avahîyên şaredarîyê girtin.

HDP'ê ji Twitterê desthilat rexne kir û da zanîn ku ewê ''li ber zordestîyan serî netewînin.''

Wê partîyê di hilbijartina 31'ê Adarê ya 2019'an de 65 bajarvanî bi dest xwe xistibûn, lê hikûmetê heta niha li 43 bajarvanîyên wê qayum erkdar kiriye.

XS
SM
MD
LG