Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cara Pêşî Jinek Bajarvanîya Berlînê bi Dest Dixe


Franziska Giffey
Franziska Giffey

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Partîya Sosyal Demokrat (SPD) di hilbijartînên herêmî yên bo hikûmeta eyaletê ya li Berlînê de bi ser ketiye.

Li gor encamên demkî, Franziska Giffey dê bibe bajarvana jin ya pêşî ya Berlînê.

Giffey ya 43 salî berê di hikûmeta neteweyî ya Serokwezîra Almanya Angela Merkel de wek wezîrê malbatê kar kiribû.

SPD di sala 2016’an de bi rêjeya 21,6 ji sedê bi ser ketibû, lê vê carê ew rêje daket 21,4 ji sedê.

Partîya Keskan rêjeya xwe ji 15,2 ji sedê rakir 18,9 ji sedê û partîya çepgirên tundrê Die Linke jî ji 15,5 ji sedê daket 14 ji sedê.

Çaverê ye ku SPD koalîsyona bo bajarvanîyê ya bi Keskan û De Linke re bidomîne.

Giffley demekê xwestibû ku di asta neteweyî de SPD’ê birêve bibe û lê ew piştî skandala ser dizîya di teza wê ya doktorayê de, di meha Gulanê de ji wezîrîyê vekişîbû.

XS
SM
MD
LG