Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakhmut jiber Şerê Dijwar Bûye Bajarê Wêran


AP’ê ragihand ku şerê demdirêj yê li Bakhmut yê Ukrayna ew bajar kiriye bajarekî wêranbûyî yê bê mirov.

Rûsya ji havîna borî ve bi top û bombebaranan hewil dide Bakhmut bi dest xwe xe, lê heta niha jî ew neketiye destê hêzên Rûsî.

Jiber taktîkên Rûsya yên ser bidestxistina Bakhmutê sîvîl jî neçar man ji bajêr derkevin.

Leşkerên Ukraynî dibêjin Bakhmut bûye sembola têkneçûna Ukrayna.

Pisporên leşkerî dîyar dikin ku her du alî li dora Bakhmutê ji demeke dirêj vir ve li nêzî hev şer dikin û zararên mezin dane hevdu.

Bakhmut yê ku heta niha jî di kontrola Ukrayna de ye berî şer bo turîstan navendeke şerabê bû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG