Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakhmut Piştî 7 Mehan, Şerê Bejayî Yê Herî Dirêj li Ukrayna Gihişt Kîderê?


UYekîneke Lerşkerên Ukraynî li eniya şer li Bakhmut
UYekîneke Lerşkerên Ukraynî li eniya şer li Bakhmut

Li gorî saziyek ramanê ya sereke ku şerê bejayî yê herî dirêj li Ukrayna dinirxîne weha dibîne ku pêşveçûna Rûsyayê di helmeta girtina bajarê Bakhmut ê de, li rojhilatê Ukraynayê rawestiyaye.

Enstîtuya Lêkolîna Şer ku bingeh wê li Washingtonê ye got ku tu pêşveçûnek piştrastkirî ji hêla hêzên Rûsî ve li Bakhmut nayê dîtin û tuneye.

Enstîtuyê derengiya Şemiyê got. Hêz û yekîneyên Rûsî ji girûpa "Wagner", ku ji aliyê Kremlînê ve tê kontrolkirin, berdewam in li ser destpêkirina êrîşên bejayî li bajar, lê ti belge nînin ku ew şiya bin, pêşketinekê pêk bîne.

Raporê ji zarê peyvdarê Koma Rojhilat ya Hêzên Çekdar yên Ukraynayê Sergey Cherevaty ragihand ku şerê li herêma Bakhmutê vê hefteyê ji ya berê dijwartir bû.
Li gorî Cherevaty, di nava 24 saetên borî de 23 êrîş û pevçûn li bajêr qewimîn.
Rapora Enstîtuya Lêkolîna Şer di wî çaxî de hat, dema ku îdiayên pêşketinên Rûsyayê yên destpêka vê hefteyê hebûn.

Roja Şemiyê, Wezareta Berevaniya Brîtanî got ku yekîneyên Koma Wagner ya di bin kontrola Kremlin de piraniya rojhilatê Bakhmut bi dest xistine, ligel çemekî ku di nav bajêr re derbaz dibe ku niha xeta pêşîn ya şer û pêçûnan e.

Di nirxandinê de hat destnîşankirin ku êrîşa Rûsyayê dê gelek bizehmet be û bi kuştî û birîndarên zêdetir re dê dijwartir bibe.

Bajarokê Bakhmut yê ku bi kanzayan navdare û li herêma Dontesk ya rojhilatê Ukrayna ye, yek ji wan çar herêmane yên ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sala borî bi şêweke neqanûnî xistbûn ser axa Rûsyayê.

Artêşa Rûsyayê di meha Tebaxê de dest bi pêngava girtina Baxmut kir û her du aliyan derbên giran dîtin. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky soz da ku ew ji xwe paşde neçe.

Di raporta xwe herî nû de, Wezareta Berevaniya Brîtanya roja Yekşemê got ku bandora ziyanên giran yên Rûsyayê li Ukraynayê diyar e. Di nirxandina wezaretê de her wiha hat gotin ku bajarên mezin yên weke Moskow û St. Petersburg hêzî bajarên (tena û bi silametin) heta astekî, lê li gelek herêmên Rojhilastê Rûsyayê rêjeya mirinê 30-40 ji sedî ji Moskowê zêdetir e.

Di raportê de her wiha hate destnîşankirin ku bandora herî herî zelal li ser pêkhate û kêmaniyên etnîkî pir caran zêdetire, weke mînak li herêma başûr ya Astrakhan, 75% ya qurbaniyaên şer ji pêkhate û kêmaniyên Kazax û Tatar in.

Jêder:AP

XS
SM
MD
LG