Fermandarê Koma Wagner ya Rûsyayê, Yevgeny Prigozhin, roja Pêncşemê got ku destpêka êrîşa hevdij ya Ukraynayê ye û hêzên berevaniyê yên Ukraynayê destkeftî li derdora bajarê Baxmut (Bakhmu) li rojhilatê welat bi dest xistine, di heman demê de Kîev hewildanên wê yên sereke hêjî destpûê nekirîne.
Sibeha Pêncşemê, Ukraynayê diyar kir ku piştî çend mehan ji şerên dijwar, wê hin zeviyên li derdora Baxmut dîsa bi dest xistine.
Prigozhin, ku fermandarîya hêzên kirêgirtî û tawankarên Rûs dike di şerên sereke yên li Baxmut ê de, li ser medyaya civakî got ku operasyonên Ukraynayê "mixabin qismî serkeftî bûn", li gorî Reuters.
Kîev dibêje ku wê hêzên Rûsî di van du rojên borî de li nêzîkî Baxmut di êrîşên xwecihî yên sîndar kirî de paşve xistine, lê êrîşeke dijber ku bi deh hezaran leşker û bi sedan tankên rojavayî yên nû beşdar dibin, hîn dest pê nekiriye, li gorî Reuters.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di hevpeyvînekê de ligel televizyonên Ewropî ku roja Pêncşemê berê hatibû weşandin, got: "Hîn hewcedariya me bi dem heye."
Zelensky got ku hêzên Ukrayna berê têra xwe ji hevalbendên rojavayî ji bo kempeyna xwe alav wergirtine, lê li benda wergirtina tedbîrek gelemperîne.
Wî got, "Bi tiştên ku me hene, em dikarin bi pêş ve biçin û bi ser bikevin, lê dibe em gelek kesan winda dikin. Bi ya min ev nayê qebûlkirin."
Prigozhin, ku vê dawiyê serokatiya Rûsî şermezar kir ji ber nekarî bûn alavên pêdivî bigehînin çekdarên wî bi şêeweke guncayî, wî got Zelensky "Fêlbaze" û ji xwe êrîşa Ukraynayê dest pê kiriye.
Dema ku hêzên Prigozhin li navenda bajêr şer dikirin, wî got ku Ukrayna li eniyên xwe li deverên ku ji aliyê hêzên Rûsî yên nîzamî ve dihatin parastin, hin ji wan hêzên nîzamî reviyan.
Jêder: Reuters