Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Sûrîyê Hilbijartina Qonaxa Duyê li Dar Ket


Roja Înê qonaxa duyê ya hilbijartinên Federalîzma Demokratîk ya Bakurê Sûrîyê li dar ket.

AFP ji Qamişlo, ku yek ji bajarên Kurdan yên pêş e, ragihand ku ji serê sibê ve gel bo hilbijartinê çûye ser sindoqan.

Di vê qonaxa hilbijartinan de meclîsên bajarok, navçe û kantonan tê kirin.

‘’Ez kêfxweş im, em êdî dikarin kesên ku dê xizmetê ji me re bikin hilbijêrin. Di dema rejîma Sûrîyê de em ji hêzên ewlekarîyê ditirsîyan’’ Mihemed Salih Mistefa ji AFP’ê re got.

Kurd 15 ji sedê nifûsa Sûrîyê ne û karbidestên hikûmeta Şamê dîyar dikin ku dikarin ser xweserîyeke sînordarkirî li hev bikin.

Li ber e ku di hilbijartinên roja Înê de Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li pêş be ku li bakur û bakurê rojhilata Sûrîye rêvebirîyeke xweser dimeşîne.

Hilbijartinên roja Înê, yên qonaxa duyê bûn. Di îlonê de hilbijartinên taxan hatibû kirin û di serê salê de, di qonaxa sêyan de dê bo parlamentoyeke herêmî hilbijartina li dar keve.

XS
SM
MD
LG