Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Kurdîstanî Helwesta Tund ya Îranê ya Ser Kurdan Şermezar Dikin


Pênc partî û komên Kurdîstanî (PAK, PSK, Hereketa Azadî, Ciwanên Neteweyî) li Tirkîyê derbarê qewimandinên li Îranê, taybet zext û tundîya li herema Kurdan pêk tîne û sêderekirina peşmergeyan daxuyanîyek dan.

Alîkarê Serokê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî daxuyanîya hevpar ya partîyan xwend.

Wî got ku helwesta hovane û dijminane ya rejîma Îranê bi ser Rojhilata Kurdistanê û gelê Îranê nayê qebûl kirin.

“Nasnameya Îslamî ya Îranê û sîyaseta ku ew bi rê ve dibe li dijî nirxên Îslamê ne. Îdamkirina Peşmerge Xoşmend Alîpor jî jibo tirsandina xwepeşandar û azadîxwazan e,” daxuyanî bi berdewamî got.

KHF_01_20_2020_Partîyen Kurdistanî_Îran_Şermezarkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00


XS
SM
MD
LG