Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Elektirîkê li Bakurê Sûriyê 40 % Baştir Bû Ye


Karmendên sektora elektirikê li Cizîrê dixebitin bo başkirina rewşa elektirîkê li Bakurê Sûriyê
Karmendên sektora elektirikê li Cizîrê dixebitin bo başkirina rewşa elektirîkê li Bakurê Sûriyê

Li gorî berpirsên rêvberiya xweser ku 40 % elektrîka li herêmê vegeriya ye wek berîya 2011 an.

Hevseroka Destey Enerjî ya kantona Cizîrê Ahîn Siwêd ji bo Dengê Amarîka rewşa kehreba Bakurê Sûryê anî ziman û got, bi derfetên xweser me karî bû 40 % ji rêjeya xerbakariyên rastî sektora elektirîkê hatine serast bikin, elektirîka ku, ji encama şeran wêran bûbû.

Welatî jî kêfxweşiya xwe tînin ziman û xwesteka wan ewe, rewşa kehrebê hîn zêdetir baş bibe.

Ji egera şerên navxwe yên li Sûriyê û şerê li dij DAIŞê jêder û çavkaniyên kehrebê gelek ziyan dît bûn. Bi taybet piştî DAIŞê bendava Tişrînê girt bû, çekdarên wê alav û torbînên kontirola sereke ya kehrebê ya bendavê teqand bûn û ta niha nehatine çêkirin .

Ahîn Siwêd Hevseroka Destey Enerjî ya kantona Cizîrê kelemên di riya çakirina jêderên kehrebê de, tîne ziman û dibêje ku girtina deriyê sînor sedemek sekeke ye ku nikarin alavên pêwîst peyda bikin.

Nihe li bajar û bajarokên Bakûrê Sûriyê kehreb 40 % baş bû ye .

Li gorî hin jêderên rêveberiya xweser, dê Hevpeymaniya Navnetwî ya li dijî DAIŞê alîkariya herêmê bike bo pirsa çareserkirina kehrebê.

Zana Omer-Qamişlo 13.01.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG