Mediya Rûsî li gûr revebiriya rewşa awarte radigihîne ku, balefira şerîketa Saratov ya Rûsî li dewrûberên Moskova Yekşemê ketiye xwar kesên di balefirê de her hemûyan jiyana xwe ji dest dane.
Ajansa ITAR-TASS ya Rûsî ragihand ku, 65 geştiyar di balefirê de bûn, herwiha tîma balefirê ku 6 kes bûn, hemû di bûyerê mirine.
Balefira Rûsî piştî rabûnê ji firîngeha Domodedovo ya li dervey Moskova bi 10 xûlekan, li hember ekranên radarê wenda bûye. Kenalê dewletê, Rûsiya TV24, wêneyên bermayên têkşikana balefirê li herêmeke befrîn ya li Moskova nîşan daye. Ajans TASS jî dibêje, perçên balefira têkşikiyayî hatine dîtin lê kesek jê rizgar nebûye.
Heta nihe sedemên ketina balefirê nehatiye zanîn, ajansa Interfax dibêje, wezareta veguhastina Rûsî, li gûr lêkolînên destpêkê çend sedemên ketina balefirê destnîşan kirine, ji wana rewşa xerab ya seqayî û şaşiyên şofêlan.