Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşekê de 3 Leşkerên Pakistanî Hatine Kuştin


Di êrîşa jimareke çekdaran ya ser karwaneke hêzên ewlekarî yên Pakistanê de, bi kêmî ve 3 leşker hatine kuştin, 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Karbidestên xwecîhî dibêjin ku konvoya êrîşkirî ji operasyoneke devera Panjgur ya herêma Belucistanê qewimî.

Demûdest eşkere nebû ku êrîş ji alîyê kê ve hate kirin, lê Serokwezîrê Pakistanê Şahîd Xaqan Abbasî êrîş şermezar kir û sersaxî ji qurbanîyan re xwest.

Devera Panjgur li ser sînorê Îranê ye û bi çavkanîyên gaza xwezayî dewlemend e. Hîjayî balkişandinê ye ku cudaxwazên Belucistanê li herêmê aktîf in û puir caran êrîşên wiha pêk tînin.

XS
SM
MD
LG