Reuters'ê îro Duşemê ragihand ku li Kabul ya paytaxta Afganistanê, li nêzî balyozxaneya Îraqê êrîşeke xwekujî li dar ket. Berpirsîya êrîşê DAIŞ'ê girt ser xwe.
Li nêzî balyozxaneyê navendeke polîsan jî heye. Piştî êrîşa xwekujî, li wê herêmê dengê peqîn û çekan bilind bû.
Ajans dîyar dikin ku pevçûn didomin û hîn ser hejmara kuştî û birîndaran ti agahî nedane.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi kêmî ve 1662 sîvîl li Afganistanê, di êrîşên xwekujî yên şeş mehên pêşî yên 2017'an de hatin kuştin. 20 ji sedê van êrîşan li Kabul ya paytaxt li dar ketin.
Hefteya borî, herî kêm 30 kes di êrîşeke xwekujî ya li herêmeke Şîayan ya li Kabulê hatibûn kuştin.
Piranîya berpirsîya êrîşên li Afganistanê, DAIŞ û Talîban digirin ser xwe.