Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Piştî Kuştina Balyozê Rûsî Karlov li Enqerê


Balyozê Rûsya li Enqerê, Andrei Karlov di êrîşeke çekdarî de roja Duşemê li paytaxta Tirkîyê Enqerê hate kuştin. Êrîş di pêşengeheke fotografan de pêk hat.

Erîşkar Mevlut Mert Altintaş polîsekî 22 salî ye û wî di 2014'an de li Enqerê dest bi kar kiriye.

Êrîşkar dema balyoz dikuje, dibêje "Helebê bîr nekin! Sûrîyê bîr nekin! Heta ewlehîya deverên me çênebe, hun li tu derî ne di ewlekarîyê de ne. Kesên ku para wan di qirkirinên li Sûrîyê de hene dê hesaba wê yekê bidin,"

Wezaretên karê navxweyî yên Rûsî û Tirk bûyer wek êrîşa terorî binav kir.

Serokomarê Tirkîyê Erdogan piştî bûyerê bi telefonê agahîyan da serokê Rûsî Vladimir Putin.

Erdogan di daxuyanîyek da û got ku êrîşa terorî ya ser balyoz provakasyonek e û bi armanca proseya başkirina têkîlîyên Rûsî û Tirk têk bibe, hatiye kirin.

“Em di tekoşîna bi terorê re de, bi birêz Putîn re hevbîr in û emê hevkarîya xwe zêdetir bikin. Herwiha me biryar da ku komîsyoneke hevpar ya lêpirisinê ava bikin. Tedbîrên ewlekarîyê li ser konsulxaneyên Rûsî hatin zêde kirin," Erdogan got.

Serokê Rûsya Putin jî bûyerê weke provaksayon binav kir û wî jî got ev êrîş hem têkilîyên nav Tirkîye û Rûsya kir armanc, hem jî pêvajoya aşitîyê li Sûrîyê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlut Çavuşoglu îro danê sibê li Moskowê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re civî. Çavuşoglu got ku li paş vê êrîşa kambax hebe, divê em derxin ortê. Lavroj jî got ku ewê bi tu awayî tolerans nîşanî terorîstan nedin.

Medyayên nêzî hikûmetê de tê îdia kirin ku peywendîya êrîşkar bi rêxistina Fethullah Gulen re heye lê Gulen van îdiayan red dike û dibêje tu eleqa wan bi kuştina balyoz tuneye.

Rojnameya Starê ku nêzî hikûmetê ye, di manşeta xwe ya îro de gotîye “FETO guleyek berda têkîlîyên nav Tirkîye û Rûsya”

Rojname kombûna li Moskowê ya Rûsya, Tirkîye û îranê b ibîr dixe.

“Berîya kombûna bilind hêzên tarî yên FETO dîsa derketin meydanê. Kujerê rêxistinê balyozê Rûsyayê Karlov kuşt."

Di rojnameya Sabahê de jî tê îdia kirin kujerê balyozê Rûsî, çûye dibistanên Fethullah Gulen û ew jî di operaysonên piştî hewla darbeyê di lêpirisinekê de derbas bûye.

Rojnamevan Murat Yetkîn, ku nivîskarê rojnameya Hurrîyetê di nivîsa xwe de pirsîye û balê daye ser kêmahîya tedbîrên ewlekarîyê.

KHF_12_20_16_balyoz
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00

XS
SM
MD
LG