Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hemwelatîyên Xwe yên li Stenbolê jiber Terorê Hişyar Dike


Balyozxaneya Amerîka ya li Stenbolê bi daxuyanîyekê ragihand ku li Şîşlî û Mecîdîyekoy yên wî bajarî, jiber gefa terorê tedbirên ewlekarîyê hatine berfireh kirin.

Balyozxaneyê bi taybetî bal kişand ser tedbîrên li Sûka Agaoglu ya Şîşlî.

Balyozxaneyê dîyar kir ku pirtir agahî di destê wê de tune ne û ji hemwelatîyên Amerîkî xwest ku li gor hişyarîya gerê ya ku di meha Adarê de kiribû bigerin.

Balyozxaneya Amerîkî ji hemwelatîyên xwe xwest ku bi taybetî ji cîhên turîstan û derên qerebalix dûr bin.

Balyozxaneyê xwest ku Amerîkîyên li Stenbolê nûçeyên di medya herêmî de bişopînin û ji hezkiriyên xwe re jî cîhên xwe bibêjin.

XS
SM
MD
LG