Ajansa Reuters ragihand ku karbidestên Tirkîyê hejmareke balyozxaneyên Rojavayî û rexistinên navneteweyî yên li Enqerê li hember gefên nû yên ewlehîyê hişyar kirine.
Reuters ev nûçe ji zarê sê balyozxaneyên welatên Ewrupa ragihand û got ku rêxistineke mezin ya navnetewî bi emaîlekê ji xebatkarên xwe xwestiye ku navendên kirînê, sekenokên otobusan û firîngeh jiber îhtîmala êrîşên tolhilder yên çekdaran cîhên xeter in.
Wezaretên berevanî û navxwe yên Tirkiyê red kirine ku li ser hişyarîyan ji Reutersê daxuyanî bidin.